Netkitap
Üyelik Sipariş İzleme Alışveriş Sepetim Favorilerim
Sepetim (0) 
Kitap e-Kitap Kelepir Topluluk
ara
Kitap   Avesta Yayınları   Yayınevi Genel Dizisi   Jemal Nebez   Kurd (Dirok u Kultura Wan)
 
Kurd (Dirok u Kultura Wan)  
Kurd (Dîrok û Kultura Wan)
Jemal Nebez
ŞİMDİ SATIN AL
Etiket: 9,00 TL
NetKitap Ederi: 8,10 TL
telefondan alışveriş 144238

Yayinevi/DiziYayinevi: Avesta Yayınları
Baskı Tarih: 2008
Sayfa: 96
Indirim: %10

Bu kitaba oy verin:
Yorum Yaz


 
Kitap Hakında
 
Yorumlar
Ürün Ayrıntısı
Yayinevi: Avesta Yayınları
Dizi: Yayınevi Genel Dizisi

Baskı Tarih: 2008

Sayfa: 96

İndirim: %10

Boyut: 14 x 20 cm

Hamur: 2

Etiket: 9,00 TL

NetKitap Ederi: 8,10 TL


Arka Kapak
Kitêba Jemal Nebez 'Kurd Dirok û Kultura Wan' bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket

Lêkolînên bi kurdî zêde dibin

Weşanên Avesta bi mebesta ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, wergera lêkolînan ji zimanê orijînal bo kurdî didomîne. Piştî 'Şerefname', 'Dîroka Kurd û Kurdistanê', '40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de', 'Kurd û Kurdistan', 'Êzdiyatî' û hin kitêbên bîranînan, vê carê jî di seriyala 'Kurdolojî' de kitêba alimê nasraw ê Başûrê Kurdistanê Jemal Nebez a li ser dîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê 'Kurd Dîrok û Kultura Wan' derket. Kitêb ji aliyê Ergîn Opengîn ve ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.

H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê, di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:

'Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî li seranserê Kurdistanê, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê, wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî; û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel.

'Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: 'Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê', ku bi sedsalan e wekî 'ne-kurdî' hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin.

'Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.