Netkitap
Üyelik Sipariş İzleme Alışveriş Sepetim Favorilerim
Sepetim (0) 
Kitap e-Kitap Kelepir Topluluk
ara
Kitap   Avesta Yayınları   Kürtçe Kitaplar Dizisi   Kolektif   Kurmanci
 
Kurmanci  
Hejmar: 1-40, Havin 1987- Bihar 2007
Kolektif
ŞİMDİ SATIN AL
Etiket: 100,00 TL
NetKitap Ederi: 90,00 TL
telefondan alışveriş 144200

Yayinevi/DiziYayinevi: Avesta Yayınları
Baskı Tarih: 2010
Sayfa: 1128
Indirim: %10

Bu kitaba oy verin:
Yorum Yaz


 
Kitap Hakında
 
Yorumlar
 
Yazarla Tanışma
Ürün Ayrıntısı
Yayinevi: Avesta Yayınları
Dizi: Kürtçe Kitaplar Dizisi

Baskı Tarih: 2010

Sayfa: 1128

İndirim: %10

Boyut: 21 x 30 cm

Hamur: 2

Etiket: 100,00 TL

NetKitap Ederi: 90,00 TL


Arka Kapak
Rojnama Taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li Ser Pirsên Zaravayê Kurmancî

Her çil jimarên Kurmancî, "rojnameya taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî" bi hev re tevî ferhengokeke bi kurdî-tirkî-fransizî-îngilîzî hatin çapkirin.

"Kurmancî"ya ku wek weşanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reş û bordo hatiye cildkirin.

Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê di pêşgotinê de pirsên sereke ji bo rewşenbîrên kurd, wiha nîşan dide: dewlemendiyên zimanê kurdî çawa bên parastin û bigihin nifşên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baştir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXIan jî îfade bibin? Û xebata "Kurmancî" wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.

Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî be: "Lê kes nizane ewê kengê dewleteke kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ewê kurmancî bikeve çi rewşê. Lewra, hin rewşenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana başûr jî kelk bigrin. Li gora mecalan me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baş dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beşdar hebin. Beşdar ji çend welatên ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin."

Her du civînên pêşî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piştî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beşdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji şeş mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin. Berhemên her civînê di hejmareke taybetî de tên weşandin.